Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de bertek nîşanî qetilkirina zarokên filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîst da.
Beqayî amaje bi raporta Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî kir û got: Rejîma Siyonîst ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha rojane 27 zarok bi giştî şehîd kirine.
Bekayî di nivîsa xwe de wiha got: "Ev rapor ne behsa Serdema Navîn e, em behsa Serdema Tarî nakin, ev karesat nêzî 2 sal in her roj tê dubarekirin. Li gorî UNICEF'ê, ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha rojane 27 zarokên tên kuştin."
Beqayî bal kişand ser wê yekê ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek caran sûcên Îsraîlê mehkûm kiriye û got: "Dadgeha Tawanan a Navneteweyî (ICC) sûcên ku rejîma Îsraîlê li dijî Filistîniyan pêk anîne wek 'jenosîd' nirxand û Dadgeha Navneteweyî jî biryara girtinê ji bo rêberên vê rejîmê derxist.
Lê komkujî berdewam dike... Çi di êrîşên Xezzeyê de yan jî di encama siyaseta rejîma Îsraîlê ya birçîkirina sivîlan de her roj zêdetir zarok dimirin. Ev kiryar li gorî hiqûqa navneteweyî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirin tên dîtin. Rejîma Îsraîlê, hevkarên wê û lêborînxwazên wê divê berpirsyar bin."
Îsraîla ku bi şikandina agirbesta li Xezzeyê lez da komkujiyên xwe yên qirkirinê, êrîşên xwe yên li dijî sivîlan didomîne.
Îsraîl ku di 18ê Adarê de agirbesta li Xezzeyê bi awayekî yekalî şikand, careke din lez da qetlîamên xwe. Di daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va ji teref siyonîst Îsraîl ve li ser Xezzeyê hatin kirin de jiyana xwe ji dest dan derket 51 hezar û 65an. Hat ragihandin ku herî kêm 116 hezar û 505 kes birîndar bûne.
Tags: Siyonîst Îsraîl Îran
Your Comment